Here naverokê

tol

Ji Wîkîferhengê
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tol tol
Îzafe tola tolên
Çemandî tolê tolan
Nîşandera çemandî tolê wan tolan
Bangkirin tolê tolino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tolek tolin
Îzafe toleke toline
Çemandî tolekê tolinan

tol t-ya req

  1. Ziyana kesek bi zanebûn li kesekê/î dike
    ji ber ku vê kesa / vî kesê xirabî lê tê kirin berê ziyanek gihandibû kesa/ê niha ziyanê digihiyê.
  2. pîvan, hed
  3. tolazî, tûletî
    Heta êvarê tol tol digere, nayê mala xwe.
  4. tole, çerx, xirrxal, teker, tayre

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Nîşeyên karanînê

[biguhêre]

Bi gelek lêkerên alîkar ên cihêreng bi kar tê ku di nav wan da berbelavtirîn vekirin e, bi ramana dîsan kirin li gel vegerrandin (zazakî tol agêrrnaene, soranî تۆڵە کردنەوە(tolle kirdnewe)). hildan li deverên dûrî tirkî peyda nabe lewma bi gengazî bin bandora tirkî öc almak bi wergerandina yekser li Kurdistana Bakurî çêbûye.

Etîmolojî

[biguhêre]

Ramana rastîn qerebû, ewêzî; hevreha soranî تۆڵە(tolle), zazakî tol, ji zimanên kurdî. Binyata wêdatir nevebirrî ye, dibe ku têkil bi terr, tûle, tole (çirtik, forq), tolaz, torran (serserî), terral; ji proto-hindûîranî *tárunas, ji ber ku kesên ciwan tol vedikin (wek kurr tola bavik veke). Nê ev hemû rengder in û guherrka ramanê dijwar dixuye, herwihan ne mîna bêjeyên ji wê rehê (û hevşêweya xwe tole) bi t-ya nerm nayê bi lêv kirin. Dibe ku têkildarî tole a bi ramana "çerx", çimkî tol tê zivirrandin, hevreha tilor, tol bûn û hwd.

Alternatîvkî, ji proto-îranî *Hr̥tátaHtiš (dadwerî, edilahî, dad) wek:

  • *r̥tátāt(i) > * r̥tátā > *urtét (-er- gelek car di kurdî da dikeve -ur-, bibîne bihurîn, xurt, kirm...) > *ûrléd > oléd (-rd/rz/rj- dibin -l-, bibîne alî, gel) > olét (wek bet (coreyeka çivîkê), not (nod); li şûna ku -d- bikeve) > metatez > tolé (wek soranî تۆڵە(tolle)).

Ewa ku kirpandin bi zimanê nûjen jî ser -e- ye (wek teşeka îraniya kevn) viya xurttir dike.

Bi kurdîyên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

tol nêtar

  1. gelî, newal, nihal

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên gelî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

tol

  1. qabkirî
  2. Holika li zozan û bexçeyan.
  3. Gundê biçûk.