Here naverokê

hûn

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]

Cînav

[biguhêre]
Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr tu hûn

hûn

  1. kesên jê re tê axiftin
    Hûn werin?
  2. kesê jê re tê axiftin û yên li gel wî beşdarî tiştekî
    Hûn çend kes in wir dixebitin?
  3. (Tirkmancî) li şûna "tu" bo rêzgirtinê
    Rêzdar Serok, hûn bi xêr hatin. (Dema "serok" bi tenê be jî.)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Jêrê alaya te bim roja 'esîr
    Ger divêtin hûn ji narê bin necat
    Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha

[biguhêre]

Tewandî

[biguhêre]
  • we yan hewe: We ta niha çi kiriye?

Têkildar

[biguhêre]
Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr ew wan
Nêzik ev nêr ev van

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *yū́ ku herwiha serekaniya bo nimûne you ya îngilîzî ye. Guherîna H/W/Y di kurmancî de diyardeyeka berbelav e. Ji heman rehî: we, tu, te. Ji formeke berê wek "*yuşneh", hevreha evistayî 𐬫𐬏𐬲𐬆𐬨(yûjim). Ew forma han paşê wisan peresiyaye: *yuşne > *yuşn > *yuhn > *yûn > *ûn > hûn/wûn. Bo guherîna ş>h binêrin çav, guh; bo zêdebûna h/w di pêşiya peyvan de binêrin hiş, hirç, . Bi devokî, mihtemelen wek *yuşmeh jî hebûye (bo guherîna dengên m-n di zimanên kurmancî û ên ku ji pehlewanî çêbûne binêre zazakî "miyan" û kurmancî nav) û ew jî bûye *yuşma (guherîna dengê eh>a diyardeyek berbelav e di nav zimanên îranîkî de) ku paşê bûye *yişma > işma(h) ku di pehlewanî de wisa hatiye qeydkirin û di hin zimanên kurdî ên din de bûye şima/şime. êwe'a soranî reng e ku ji tesîra ême wisanî guheriye.

Bi wateya li şûna tu bo rêzgirtinê ji zimanên ewropî hatiye wergirtin.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Li jêr formên biker tên dan. Bo forma berkar, binêrin: we.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.