gindor
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr 1
[biguhêre]gindor nêr
- (fêkiyek) Guhartoyeke gundor.
Navdêr 2
[biguhêre]gindor nêr
- kevirê ku li ser banî tê gerandin, Bangur, bangurdan, banger, benger, bagurdan, bengeran, lox, lorx, bangerok, tapan, bangerîd.
- Ez kuman ji serê keçelan didim alî. Ji hundir de civaka xwe, dîroka xwe, wêjeya xwe û xwe jî tev li wan rexne dikim. Bi vî karê han, ez di warê rexneyê de dilêriya windayî vedigerînim. Dixwazim şopa Xanî biajom û banên me yên derizî û qelişî bi gundor û bangeran rast bikim ji bo di bin dilopan de nejîm. — (Jan Dost: Serê keçel û kumê xwendevanên Diyarnameyê, Diyarname.com, 3/2007)
Herwiha
[biguhêre]Ji koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê, 3/2012:
Hüseyin Pîroğlu Li herèma Goyan/Şırnak-Uludere ji ev peyvè gellek rengdare, her gund navek jè re çèkir ye..
- Gundê Hilal: parmûtî
- Gundê Zirovge: pambirîtik
- Gundê Repin: pambirîtî
- Gundê Mijîn: bongurik
- Gundê Bileh: bombirîtîk
- Gundê Olöşî: bongur
Etîmolojî
[biguhêre]Têkilî gindirîn, gilovir, gund, govend, gog ku eslen ji maneya girover tên.