Here naverokê

Nimînok:Ferhengok

Ji Wîkîferhengê

Ferhengokeke têgihên di Wîkîferhengê de tên bikaranîn. Ji bo lînkkirina vê rûpelê şablona {{nimînok}} bi kar bînin.

Nimînok: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z '
artîkel, veqetandek, zêder
baneşan
binavkirî
Bi-nav-kirî. Formeke navdêrê ye. Kevirê min. Sêva te.
biwêj
bireser
Pêkhateya ku kar lê tê kirin. Mînak Xecê sêv xwar. Peyva sêv di vê hevokê de bireser e. Bide ber: kirde
cînav
cotreh
Peyvên ku ji eynî rehî çêbûne lê belê bi rêyên cuda ketine zimanekî. Bi îngilîzî doublet. Bide ber #hevreh
daçek
dariştin, dariştî
Çêkirina peyvan bi pêşgir, navgir û paşgiran.
dijwate
Peyvên ku wateya wan 0 cuda ye. Mînak mezin û biçûk dijwateyên hev in.
girêdek
gerguhêz, gh
Lêkera ku bireserê werdigire.
hevmane
Peyvên ku maneya wan eynî ne. Mînak ciwan û xweşik
hevdeng
Peyvên ku wekî peyveke din tên bilêvkirin lê nivîsîn, mane an jî rehê wan ji hev cuda ne.
hevreh
Peyvên ku ji heman peyvê çêbûne.
hoker
kirde
Pêkhateya ku di hevokekê de karî dike. Mînak Xecê sêv xwar. Peyva Xecê di vê hevokê de kirdeye. Bide ber: bireser
keysa herfê
Halê hûrdek an girdek ya peyvê.
lêker
Peyvên ku nîşanê kirinê an bûyînê dikin. Tewîna peyvan li ser Wîkîferhengê wek tewandin tê binavkirin.
, m
Navdêrên ku zayenda wan li gorî mê ditewe. Herwiha bnr. mn, nêr.
mê û nêr, mn
Navdêrên ku zayenda wan li gorî hem mê hem nêr ditewe. Herwiha bnr. , nêr.
navdêr
Navên tişt (sêv, heywan, qedeh) yan kavraman (dilşadî, bextiyarî hwd.) di rêzimanê de.
navgir
nebinavkirî
negerguhêz, ngh
Lêkera ku bireserê wernagire.
neqiyasbar
Rengdêrên ku formên wan yên bi -tir, -tirîn an herî tune.
nêr, n
Navdêrên ku zayenda wan li gorî nêr ditewe. Herwiha bnr. , mn.
nêtar, nt
Navdêrên ku zayenda wan ne nêr û ne jî ye.
navmiletî
Kelîmeyeke deynkirî ya ku di çend zimanan de bi mane û etîmolojiyeke eynî an jî nêzîkî hev derbas dibe, bi gelemperî ji ber peydabûna çend deynkirinên hevdem û/an zincîreyeke deynkirinên li pey hev ku zû diqewimin çêdibin. Di netîceyê de dibe ku peydakirina eslê rast a etîmolojîk a terimekê zimanekî zor an ne mimkûn be. Wek nimûne doktor, otêl, înternet, taksî, an televîzyon.
paşgir
paşvesazî
Çêkirina peyvên nû bi kurtkirina peyvên heyî. Mînak ajo ji ajotin.
pêkhatî, pêk
Çêkirina peyvên nû bi lihevanîna du an zêdetir peyvan.
pêşgir
pirjimar
pirtik
qusandin
Kurtkirina peyvekê bi avêtina çend herfan e û maneya peyvê naguherîne. Mînak Miho ji Mihemmed.
rengdêr
serenav
Cureyekî navdêran e ku îşaretê peyvên yekane mîna Iqlîdes, Mihemed dike. Serenav di kurmancî de bi herfên girek tên nivîsîn.
sic
Hokereke latînî ku tê maneya "lewma". Bi edetê di nav [ de tê nivîsin û mirov dixwaze bibêje ku ew peyv ne xeletiya kesa ku nivîsekê kopî dike ye, nivîs ji orîjînalê bêyî guhartinê hatiye wergirtin.
têkilkirin
Çêkirina peyvekê bi riya tevlîkirina du peyvan. Mînak tirkmancî ji tirkî kurmancî.
tewandin
tewîn
wergirtina wateyê, wergirtin
Berfirehtirkirina wateya peyveke heyî bi riya wergerandina ji zimanekî din.
xweşbêjî an (edebî kelam)
Peyv û derbirînên li şûna peyveke din ji bo veşartina maneya nexweş an bişerm tên bikaranîn.
wergerandina yekser, yekser
Çêkirina peyveke nû bi riya wergerandina ji zimanekî din.
zayend
Awayekî sinifandina navdêran di zimanê kurdî û hin zimanên din de ye. Sê cure zayend , nêr û mê û nêr di zimanê kurdî de hene. Zayenda nêtar di hin zimanên din hene lê di kurdî de tune.