Here naverokê

Zanîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zanîn wekî karnav bi ramana hemî wan tiştan e yên ko hatine zanîn û mirov pêhesyaye. Di vê ramana berfireh da zanist û felsefe jî dibin parek ji zanînê. Pênasekirina zanînê ne karekê wesa sanahî ye û yek ji babetên gelek gengeşebar yên felsefeyê ye. Pênaseya kevn a peyva zanînê ew e ya Eflatûnî û dibêjit ko ji bo destenerbûna zanînê dibê sê saloxet hebin: her axivtinek hingî pişkek ji zanînê ye ko bihêt berhozandin, rast bit û bibit bawerî. Hindek kes hene ko dibêjin ev sê saloxet tenê têra hindê nakin ko gotinek bibit zanîn. Pênaseyên berdêl hene: Robert Nozick dibêjit ko zanîn li pey rastiyê ye, Simon Blackburn dibêjit ko nabit desteberbûna van saloxetan bi rêyên şaş bihên kirin, Richard Kirkham pêdivî dibînit ko belgeyên bawerî ya axivtinkerî dibê bi rêya mentiqî rastî ya wê baweriyê bikin tiştekê fer û pêdivî.

Wittgenstein bervajî van pênaseyan, piştî hevdijiya Morî, dibêjit ko mirov dikarit bibêjit Filan bawere ko wesa ye, lê wesa nîne., lê mirov nikarit bibêjit Filan kes filan tiştî dizanit, lê wesa nîne. Vîtginiştayn pêve diçit û dibêjit ko ev herdu mînak du rewşên jihevcida yên hizirê nîşa nadin, ew du awayên cida yên axivtina li ser hindek tiştên wesa ne ko em li ser wan rêkkevtine. Tiştê ko di wan du mînakan da jihev cida ye ne rewşa hizirî ya axivtinkeran, lê coreyê wî karî ye ko ew dikin. Ji bo mînak, dema kesek dizanit ko ava kitrî di kelê daye ramana wê ne ew e ko rewşeka hizirî ya taybet heye. Raman ew e ko ew dibê bi wê gotinê karekî derheqa wê kelîna kitrî da bikit. Vîtginiştaynî bizav kir ko bi rêya lêkolîna li ser bikaranîna zanînê di zimanê xweriskî da xwe ji pênasekirina zanînê bidit paş. Wî zanîn wekî rewşeka wekheviya malbatî didît.

Jiber ko her zanînek çemik û têgehan bi xwe ve digirit û bi rêya zaravan anko terman dihêt derbirîn, hevbendî û hevhavildarî ya ziman û zanînê jibo pênasekirinê tiştekê gelek pêdivî û bingehîn e. Li vê dawiyê jî Jonathan Hey ev bi başî berçav kirîye.