Xiyasvend
Xuyakirin
Xiyasvend eşîreke kurdên lekîaxiv li parêzgeha Qazwênê ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eşîra Xiyasvend di dema Xanedana Qeceran de (1780) ji Kurdistanê hatiye koçberkirin. Qebîlên Xiyasvendî evîn: Komasî, Dervîşvend, Salxurî û Muhammed Begî. Heta îro jî eşîreke kurd bi navê komasî li herêma Merîwanê, li sînorên Îraqê heye. Pirraniya eşîra Xiyasvend niha gawêstî ne û li kenarê çemê Qizil Usen dijîn. Ên ku koçer mane, zozanê wan li serdestê çemê Yuzbaşî Çay ne. Serjimara Xiyasvendiyan di 1920an û 1930î de 1200 malbat bûye, di 1970yî de tenê 850-900 mabûne.
Bide ber
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |