Here naverokê

Volt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Volt yek ji yekînên SI anko sîstema navneteweyî ya yekînan e. Volt yekîn a cidatiya potansiyelê anko hêza karevalivîn (electromotive force) e. Ev nav jibo rêzgirtina li fîzîkzanistvanê Îtaliyayî Alessandro Volta yî, ko pîla vpltayîk afirandî, hatiye danan.

Volt wekî cidatiya potansiyelê dinavbera du serên gehîneka karevayê da dihêt pênaskirin dema sirêmeka yek amperî xurtanîyeka yek watî belavbikit. Pêşberkirina wê ya bingehîn di sîstema navneteweyî ya yekînan (SI) da bi vî awayî ye: m².kg.s-³.A-¹ anko jûleka enerjî jibo her kûlombeka barê karevayî.