Vokatîv
Xuyakirin
Vokatîv an forma bangkirinê yan jî forma gazîkirinê di gelek zimanên hind û ewropayî û herwuha di zimanê kurdî de formeke tewandî ya cînavan e. Di zimanê kurdî de vokatîv bi du awayan tê realîzekirin.
Awayên forma bangkirinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bi paşbendikan; paşbendikkirina vokatîv a di kurdî de gorî zayenda rêzimanî ya di zimanê kurdî de (nêr û mê) cuda ye: nêr -o, mê -ê. Mînakî forma gazîkirina navê Azad (nêr) di tewîna vokativî de dibe Azado! Gazîkirina navê Bêrîvan (mê) dibe Bêrîvanê!.
- Bikaranîna vokatîvê bêpaşbendik û bi hokeran (lo/la (nêr), lê (mê)). Mînakî vokatîva navê Azad dibe "lo Azad!". Ya navê Bêrîvan dibe "lê Bêrîvan!".
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Samî Tan (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |