Here naverokê

Partiya Yekîtiya Demokrat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji PYD hat beralîkirin)
Partiya Yekîtiya Demokrat
KurtePYD
SerokPerwîn Yûsif, Xerîb Hiso
Damezrandin30ê îlonê 2003(2003-09-30)
ÎdeolojîKonfederalîzma demokratîk,

Sosyalîzma azadîxwaz,

Komunalîzm, Jîneolojî
Alîgirên navneteweyîEnternasyonala Sosyalîst
Reng     Sor
Meclîsa Gel
0 / 250
Meclîsa Demokratîk
3 / 43
Alaya partiyê
Malper
www.pydrojava.com

Partiya Yekîtiya Demokrat bi kurtasî PYD (bi erebî: حزب الاتحاد الديمقراطي; bi suryanî: ܓܒܐ ܕܚܘܝܕܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܐ) partiyeke siyasî ya çepgir a kurd e ku di 20 îlona sala 2003an de li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin.[1] Li gel endam û siyasetmedarên ji gelên cûda herî zêde endam û siyasetmedarên PYDê ji kurdan pêk tê. Partiya Yekîtiya Demokrat endamê damezrîner ê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk e. Hevserokên niha yê Partiya Yekîtiya Demokrat Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ye.

Endamên koordînasyona Partiya Yekîtiya Demokrat Meysa Bakî (Şîlan Kobanê) û Hîkmet Tokmak (Fuad) di sala 2004an de li Mûsilê hatin qetilkirin.

Berevajiyê hevrikên xwe yê li herêmê (hikûmetên Tirkiye û Iraqê) serokê berê yê Sûriyê Hafiz el-Esed piştgirî dide aliyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Di sala 1975an de Esed ji bo damezrandina partiya ya nû yê kurd Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) cihekî ewle li Şamê pêşkêşî serokê kurdên Başûrê Kurdistanê Celal Talebanî dike. Ji salên 1980an heya dawiya salên 1990î, Hafiz Esed bi Partiya Karkerên Kurdistanê re li dijî hevrikê xwe yê herêmî Tirkiyê têkiliyên baş birêve dibir ku bi heman awayî penageheke ewleh ji bo rêberê PKKê û siyasetmedarên kurd Abdullah Öcalan re peyda kiribû ku di wî demê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê karên xwe yên dîplomatîk û xebatên rêxistinkirinê birêve dibir.

Di sala 1998an de ji ber gefên dewleta tirk hikûmeta Sûriyê partî û rêxistinên siyasî yên kurdî qedexe dike ku YNK û PKK jî di nav de bûn piştgiriya xwe paşve kişandin û neçar kirin ku partiyên kurd ji Sûriyê derkevin. Abdullah Öcalan di meha cotmeha sala 1998an de di civînekê de li Kobanê hewl da ku bingehên partiyeke nû dayne lê ev yek ji aliyê Servîsa Veşartî ya Sûriyê ve hatiye astengkirin.[2] Di sala 2003an de hewldana duyem a kurdan dine sedema damezrandina PYDê ku ji aliyê kurdên Sûriyê ve tê damezrandin.[2] Di heman salê de Salih Muslim ji Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) derdikeve ku PDK-S partîyeke girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ye û tevlî PYDê ya nû hatiye damezrandin dibe.[3]

Xebatên nehênî yên PYDê û zextên hikûmeta Suriyeyê 2004-2010

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên PYDê bi salan rastî zordestiya tundê rayedarên hikûmeta Sûriyê hatin. Tevî ku hêzên ewlekariya sûrî bi sal endamên partî û rêxistinên siyasî yên kurdî dikirin armanc lê siyasetmedarên PYDê piştî Serhildanên Qamişlo yên sala 2004an rastî zordariyeke tundîtir hatin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan hikûmeta sûrî partiyê wekî metirsiyeke taybetî dibîne ku ji ber "kapasîteya partiyê ya komkirina girseyên mezin" û îdîa kiriye ku PYDê gelek xwepêşandanan organîze bike. Ji ber vê yekê gelek aktivîstên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî Serhildana Qamişloyê têne zîndanîkirin.[4]

Di 2ê mijdara sala 2007an de PYD xwepêşandanên mezin li bajarên wekê Qamîşlo û Kobanê organîze dike ku bi sedan kurd ji bo protestokirina gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û piştgiriya Sûriyê ya ji bo Tirkiyê protesto kirin. Hêzên ewlekariya Sûriyê ku di nav de yekîneyên ku ji Şamê tînin bi gazên rondikrêj êrîşê xwepêşandan kirin. Piştî ku hinek xwepêşandvana kevir avêtin polîsan bi guleyên rastî girseyê gulebaran dikin û di encamê de kesek hat kuştin û herî kêm 2 kes jî birîndar dibin. Di êrîşa polîsan de bi dehan kes ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin binçavkirin. Piraniya wan kesên binçavkirî hatin berdan lê 15 xwepêşandvan ku sê ji wan berpirsên PYDê girtî dimînin û bi hincetên cûda li dadgeha leşkerî hatine darizandin.[4]

Ji sala 2006an heta 14ê nîsana sala 2009an herî 20 xwepêşandanên PYDê bi awayekî fermî li dadgeheke ewlekarî ya taybet hatine dadgehkirin ku hinek ji wan ji pênc salan bigire heya heft salan bi tawanên endametiya "rêxistineke nehênî" û xwestina "qutkirina beşekî ji axa Sûriyê qut bike û tevlî welatekî din bike" hatine cezakirin. Gelek kesên din ên ku gelek caran di bin şert û mercên giran de û bêyî mafên bingehîn ên qanûnî hatin binçavkirin ku hinek ji kesên ku hatibûn berdan ragihandine ku demên dirêj di xaneyên yekkesî hatine ragirtin û ji îşkenceya laşî bigire û haya îşkenceya derûnî bi tunditûjiyê re rûbirû mane. Hêzên ewlekariya Sûriyê piştî berdana wan gelek caran şopandina li hemberî malbatên wan berdewam kiriye. Di dema girtin û zextên bi vê rengî ku li dijî gelek siyasetmedar û aktivîstên Kurd li Sûriyê hatine bikar anîn, Rêxistina Çavdêrî ya Mafê Mirovan ragihandiye ku hêzên ewlehiyê ya hikûmeta Suriyê li hemberê endamên PYDê û aktivîstên kurd di nav meyl ên tunditûjiyê de ne.[4]

Pevçûnên li Sûriyê 2011–niha

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sekna di qonaxên destpêkê yên pevçûnan Adar 2011 – Tîrmeh 2012

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîmenek ji şervanên YPJê li Rojavayê Kurdistanê.

Bi destpêkirina xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku li seranserê Sûriyê di destpêka sala 2011an de despêdike PYD di meha gulanê de beşdarê Tevgera Niştimaniya Kurd dibe ku di tîrmehê de dibe endamê damezrîner ê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk û endamê Konseya Gel a Rojavayê Kurdistanê ya girêdayî KCKê ye. Berevajiyê piraniya partiyên din ên kurdî yên li Suriyê, dema ku di meha cotmeha sala 2011an de hatiye damezrandin tevlî Konseya Niştîmanî ya Kurdî nebû lê li ser hevkarîkirina Konseya Niştimanî ya Kurdî li hev kir û di encamê de Komîteya Bilind a Kurd hatiye damezrandin.[5] PYD bi helwesteke krîtîk hem li hember hikûmeta Sûriyê hem jî li hember opozîsyona Sûriyê derdikeve ku opozîsyona Sûriyê di nav de Konseya Niştimanî ya Sûriyê de bûn, komê ji bo tevgerên berjewendiya Tirkiyê tohmetbar kiriye.[5] Nexwestina KNSê ya ji bo piştgirîkirina otonomiya kurd dibe sedem ku ji xeynî partiyeke kurd heya sibata sala 2012an hemî partiyên din ên kurd ji KNSê derkevin.[6] Zêdetirî 640 girtiyên girêdayî PYDê di sala 2011an de ji aliyê dezgeha ewlekariya Suriyê ve têne berdan ku piraniya wan careke dîsa vedigerine Rojavayê Kurdistanê.

Şerên li dijî DAIŞê û parastina Rojavayê Kurdistanê 2012 – Tîrmeh 2013

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nîvê sala 2012an de Konseya Gel a Rojavayê Kurdistanê bi Konseya Niştimanî ya Kurd re peymanek îmze kiriye ku Desteya Bilind a Kurd ya hevbeş (Komîteya Bilind a Kurd) ava bike û li ser hevkarîkirina ewlekariya herêmên kurdî ku tê de avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye lihevnehatin. Ev biryarên xweparastinê piştî "biryareke operasyonê ya hikûmeta Beşar Esed ku di nîvê tîrmeha 2012an de hatiye dayîn ku ji ber êrîşeke mezin a opozîsyonê li dijî Şamê bi kişandina piraniya hêzên xwe yên ji herêmên kurdî" (tenê li Qamîşlo û Hesîçêyê hebûna xwe ya leşkerî bihêle) hatine destpêkirin. Di nîvê sala 2012an de ji aliyê Reutersê ve tê ragihandin ku bajarên Amûdê, Dêrik, Kobanê û Efrînê di bin kontrola PYDê de ne.[7]

Partiya Yekîtiya Demokrat di demeke nêzîk de dibe hêza serdest di opozisyona kurdî de ku endamên partiyê li ser rêyên sereke û deriyên bajarên kurdî xalên kontrolê ava dikin.[8] Li gorî peymana bi Konseya Niştimanî ya Kurd re, bajarên ku dikevin bin kontrola hêzên kurdên Sûriyê ji aliyê PYD û Konseya Niştimanî ya Kurd ve bi hevbeşî bêne birêve birin heya ku hilbijartin çêdibe.[9] Lê ji bo armanca avakirina civak û siyaseteke pir-etnîkî û pêşverû yê li herêma Rojavayê Kurdistanê û li herêmên din ên Suriyê di bin kontrola hêzên YPGê de bûn PYD bi lez û bez dest ji hevbendiya bi netewperestiya kurdî re berdide.

Ber bi xweseriya fermî ve Tîrmeh 2013–roja îro

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hevserokê PYDê Salih Muslim û Ulla Jelpke li Weqfa Rosa Luxemburg a Berlînê.

Di meha mijdara sala 2013an de PYDê hikûmeteke demkî ragihandiye ku li ser sê herêmên xweser an kantonên ne hevgirtî, Efrîn, Cezîre û Kobanê hatibûn dabeşkirin pêk hatibû. Çapemeniya çep nirxandiye û diyar kiriye ku "Serhildêrên Kurd li Sûriya ku di nav şer de ye, xwerêveberiyê ava dikin ku dişibin ezmûna Zapatîstayê ku ji herêmê re alternatîfeke demokratîk pêşkêş dike."[10]

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêşengiya tevgerê dike, hevpeymaniya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî Zaher Baher TEV-DEM a bi pêşengiya PYDê li Rojava "tevgera herî serkevtî" ye ji ber ku "biryar û hêza wê" ya guhertina tiştan heye ku ev gelek kesên ku "bawer dikin ku bi dilxwazî di hemî astên karûbarê de bixebitin ku bûyer/ezmûn serkevî bikin" vedihewîne.

Sîstema rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rasterast demokrasiye. Sîstema rêveberiyê ji binî heya serî wekê şêwaza demokrasiya atînayî tê binavkirin. Di vê modelê de giringiya dewletan kêm dibin û civak bi meclîsan têne birêvebirin.[11] Di bernameya birêvebirinê de yekser armanc ev e ku civak bibe "gelekî berfireh" ku kesên ji cûrbicûr pêkhateyên cihê beşdar dibin ku di nav de kurd, ereb, asûrî, tirkmen û êzidî (komên dînêyên misilman, xiristiyan û êzîdî) di nav de hene. Sîstem hewl dide ku "li kolanan, li taxan, gundan, parêzgehan û bajarên biçûk û mezin li her derê cûrbicûr kom, komîte û komunan ava bike". Armanca van koman ew bû ku "her hefte li ser pirsgirêkên ku mirovên li cihê lê dijîn biaxivin" bicivin. Armanca van koman ev e ku "her hefte li ser pirsgirêkên ku mirovên li cihê lê dijîn biaxivin" bicivin. Nûnerên komên cuda yên civakê 'di nav koma sereke yê li gund an bajarên ku wekê "Mala Gelan" hatine binavkirin de ne.[12]

Qanûnên sivîl ên Sûriyê heta ku li dijî Destûra Bingehîn a Rojava nebin, li Rojavayê Kurdistanê derbasdar in. Mînakek girîng a guhertina qanûna malbatê ye ku li Rojavayê Kurdistanê li gorî qanûna rojava wekheviya mutleq ya jinan heye û pir-zewacî qedexe ye.[13] Di dîroka Sûriyê de cara yekem e ku zewaca sivîl tê qebûlkirin û tê teşwîq kirin ku ev tevgereke girîng e ku ber bi civakeke vekirî ya sekûler ve diçe û zewaca di navbera mirovên xwedî baweriyên cuda hêsan dike.[14]

Di sala 2012an de PYDê dest bi plana ku di destpêkê de jê re digotin Plana Aboriya Civakî ku piştre nav bi Plana Aboriya Gel (PAG) hatiye guhertin daye destpêkirin. Polîtîkayên PAGê di serî de li ser xebatê Abdullah Öcalan hatiye avakirin ku di dawiyê de hewl dide ku ji sîstema kapîtalîzmê derbasî sîstema aborî ya konfederalîzma demokratîk bibe. Her çiqas îradeya demokratîk a meclîsên xwemalî yên rêxistinkirî re berpirsiyar be jî milkên kesane û karsazî di bin prensîba "xwedîtiya tenê ji bo bikaranînê ve" têne parastin. Aborînasê Rojavay Dr Dara Kurdaxî jî wiha gotiye: "Rêbaza li Rojava ne ewqas li dijî milkiyeta taybet e dibe ku armanca wê ew e ku milkiyeta taybet bikeve xizmeta hemû gelên ku li Rojava dijîn."[15]

Partiya Yekîtiya Demokrat partiyeke siyasî ye ku ji "wekheviya civakî, dadmendî û azadiya baweriyê" û herwiha "pirdengî û azadiya partiyên siyasî" bawer dike. Di heman demê de PYD xwe wekî partiyeke siyasiyê ku ji bo “çareseriyeke demokratîk ku mafên çandî, netewî û siyasî nas bike, têkoşîna xwe ya aştiyane geş bike û mezin bike ku bikaribin bi civakeke pir-çandî û demokratîk xwe birêve bibin” têkoşîn dike, dide naskirin.[1] PYD endamê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ye û di heman demê de endamê şêwirmendiya Enternasyonala Sosyalîst e.[16] PYDê konfederalîzma demokratîk wekê îdeolojiya xwe ya sereke qebûl kiriye ku fikrên Murray Bookchin û Abdullah Öcalan di AANESê de ku bi sedan komunên taxan li hemî herêmên Rojavayê Kurdistanê û li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine pêk aniye.[16]

Berevajî armancên neteweyî yên Kurd ên Konseya Niştimanî ya Kurd, PYD jî wek rêxistinên endam ên di bin sîwana KCKê de neteweperestiyê rexne dike ku neteweperestiya kurd jî di nav de ye.[17][18]

Têkiliyên navneteweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewletên Yekbûyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 16 îlona sala 2014an ve ku kurdên Rojavayê Kurdistanê di Berxwedana Kobaniyê de li hemberê DAÎŞê şerekî dijwar dabû destpêkirin têkiliyên PYDê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di warê hevkariya leşkerî de bi awayeke serkevtî birêve diçe.[19] Dewletên Yekbûyî milê leşkerî ya PYDê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku piştre navê yekîneyê wekê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye guhertin wekê hevkarê herî bibandor dibîne ku HSD hêza leşkerî ya herî bi bandor bû ku li hemberê DAÎŞê şerekî serkevtî birêvebiriye û DAÎŞê têk biriye.[19]

Swêd ji bo PYDê aktoreke bibandor e. Amineh Kakabaveh ku parlementera serbixweyê Parlamena Swêdê de y bi Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê re peymanek çêkiriye ku tê de hinek piştgirî ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê de heye.

Yek ji têkiliyên baş ên Partiya Yekîtiya Demokrat bi Fransayê re heye. Fransa yek ji welatên ewropî ye ku bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyên baş birêve dibe. Heya niha bi caran rayedarên Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo rewşa pêşeroja kurdan bi rayedarên Fransayê re hev dîtinan pêk anîne.[20]

  1. ^ a b "The Democratic Union Party". web.archive.org. 19 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ a b Ünver, H. Akın (2016). "Schrödinger's Kurds: Transnational Kurdish Geopolitics in the Age of Shifting Borders". Journal of International Affairs. 69 (2): 65–100. ISSN 0022-197X.
  3. ^ Gunter, Michael M.; Yavuz, M. Hakan (2020). "The October 2019 Turkish Incursion into Kurdish Syria: Its Background & Broader Implications". Middle East Policy (bi îngilîzî). 27 (1): 86–101. doi:10.1111/mepo.12476. ISSN 1061-1924.
  4. ^ a b c ""Koma Înkar: Tepeserkirina Mafên Siyasî û Çandî yên Kurd li Sûriyê"" (PDF).
  5. ^ a b "Carnegie Endowment for International Peace". Carnegie Endowment for International Peace (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "Backgrounder: Syrian Kurds and the Democratic Union Party (PYD)" (PDF).
  7. ^ ""Syrian Kurdish moves ring alarm bells in Turkey"".
  8. ^ "Peyamner News Agency:- More Kurdish Cities Liberated As Syrian Army Withdraws from Area". web.archive.org. 15 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 15 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ "Liberated Kurdish cities in Syrian Kurdistan move into next phase". www.ekurd.net. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  10. ^ Saadi, Sardar. "Rojava revolution: building autonomy in the Middle East". ROAR Magazine (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  11. ^ ""A Very Different Ideology in the Middle East"".
  12. ^ ""A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard"".
  13. ^ "derStandard.at". www.derstandard.at. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  14. ^ "Syria Kurds challenging traditions, promote civil marriage - ARA News". web.archive.org. 22 sibat 2016. Ji orîjînalê di 22 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  15. ^ "Rojava – the formation of an economic alternative: Private property i…". archive.md. 15 adar 2015. Ji orîjînalê di 15 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  16. ^ a b "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard".
  17. ^ "Syrian Kurdish leader: We will respect outcome of independence referendum - ARA News". web.archive.org. 19 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  18. ^ "Kurdish National Council announces plan for setting up 'Syrian Kurdistan Region' - ARA News". web.archive.org. 6 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 6 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  19. ^ a b "Têkiliyên YPGê bi DYA û Rûsyayê re". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.
  20. ^ "Macron bi rayedarên PYDê re civîn pêk anî". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]