Narinc
Xuyakirin
Narinc, nîmo (latînî: Citrus) çînek ji famîleya sipindan (Rutaceae) e. Li cihên tropîk û subtropîk diçên. Fêkiyên wan tên xwarin. Riwekên dar û devî ne. 5 heya 25 m bilind dibin.
Vîtamînên C, P, B, karotîn, şekir dihewînin. 3 % jî rûn. Welatê wê Çîn û Hindistan e. Li Kurdistanê, li cihên germ dikarin biçên, lê çandinî tenê li Erzîn, Îskenderûn, hin deverên Gurgumê tê kirin. Di parfûmerîyê de herwiha tên bikaranîn.[çavkanî hewce ye]
Welat | Rûber (ha) | Mêjera çandinê (t) |
---|---|---|
Brezîl | 915.056 | 20.682.309 |
Çîn | 2.008.700 | 19.617.100 |
Hindistan | 690.100 | 6.286.000 |
Îran | 243.500 | 3.739.000 |
Îtalya | 173.009 | 3.579.782 |
Meksîk | 524.000 | 6.851.000 |
Nîjerya | 732.000 | 3.325.000 |
Spanya | 313.850 | 5.703.600 |
Tirkiye | 94.600 | 3.102.414 |
DYA | 376.050 | 10.017.000 |
Hin cureyên narincê yan narincên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tevahiya wan riwekên ji cinsê Citrus (C.) ne:
▪ Turunc, tirinc | (Citrus aurantium amara) |
▪ Bergamote | (C. aurantium var. bergamia) |
▪ Lîmon | (C. x limon) |
▪ Sindî, greyfurt | (C. x paradisi) |
▪ Mendelî | (C. reticulata) |
▪ Pirteqal | (C. x sinensis) |
▪ Leymûn | (Citrus aurantifolia) |
▪ Greyfurt | (Citrus paradisi) |
▪ Şadok (Pomelo) | (Citrus maxima) |
▪ Sêva cihûyan, sedrat | (Citrus medica) |
▪ Pirteqala hûrik, kamkat]] | (Citrus fortunella) |
Ev jî tê gotûbejkirin. Hin riweknas li ser narincan dijmêrin, hin jî wekî cinsekî Poncirusê.
▪Pirteqala sêpel | (Poncirus trifoliata) |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |