Here naverokê

Manav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Manav navê berekê li Anatolya dijîn e.

Bi taybetî li Bolu, Bursa, Balıkesir, Çanakkale, Kocaeli, Sakarya, Eskişehir, Bilecik, Manisa, İzmir, Antalya, Konya û Mersin a Tirkiyê dijîn. Ji ber ku li Tirkiyê binavkirinên din qedexe bûn û ji xeynî Tirkan hebûna ti berekê nedihate pejirandin, hejmara Manavan jî baş nayê zanîn. Dûgela Tirk hêj jî bi navê Manav nasnameyekê qebûl nake û heya bigire ji wan re dibêje "Tirkên berê hatî".

Gorî hin ronakbîrên Manavan ew bi eslê xwe Anatoliyayî ne û bi teybetî jî grek in. Di bin bandora çanda balkanî de mane û di dema osmaniyan de bi darê zorê hatine îslamîzekirin. Wekî alban, boşnak, misilmanên bulgar û yewnan hwd. Herwisa ronakbîrên manavan nêzûkbûna çanda xwe, dab û nêrîtên xwe bi yewnanan re tînin ziman û bi kurtî dibêjin "Em ne tirk in lê bûne tirk".[çavkanî hewce ye]

Hin ronakbîrên tirk jî eslê wan bi hîtîtan ve girêdidin. Îro pirr kêm be jî peyvên ji zimanê manav mane dijîn. Manav çanda xwe diparêzin.