Kwame Nkrumah
Kwame Nkrumah | |
---|---|
Jidayikbûn | 21 îlon 1909 |
Mirin | 27 nîsan 1972 Bûkareşt |
Sedema mirinê | Şêrpenceya çermî, şêrpenceya prostatê (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | aramgeha Kwame Nkrumah, Akra, Nkroful |
Hevwelatî | Perava Zêrîn, Gana |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Zarok | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kwame Nkrumah an bi navê dirêj Francis Nwia Kofie Kwame Nkru-mah (jdb. 21ê çiriya pêşîn a 1909an li Nkroful, Gana - m. 27ê nîsana 1972an li Bûkareşt, Romanya) zanyarekî ganayî, siyasetmedar, pan-afrîkayî û yek ji pêşengên tevgera afrîkayiyan a li dijî kolonyalîzmê bû.
Li Ganayê ji dayik bûye û li DYA perwerde dîtiye. Yekemîn serokwezîrê Ganayê ye. Xwedî nêrînên sosyalîst bû. Ji bo tevahiya Afrîkayê têdikoşiya. Di serîlêdaneke xwe ya li Çînê, leşkerên rastgîr derbeyeke leşkerî pêk tînin û Nkrumah êdî dibe penaber. Heya dawiya jiyana xwe ji bo parzemîna Afrîkayê, dawîlêanîna kolonyalîzmê, pêkanîna sosyalîzm û azadiya mirovan têdikoşe. Nêrînên wî gelek alîkar û ewqas jî dijkar peyda dikin. Sosyalîzma wî difikirî ji aliyê gelek Afrîkayiyan jî dihate rexnekirin.[çavkanî hewce ye]
Îro herçendî fikrên wî ewçend nayê parastin jî, Nkrumah ji bo gelek ciwanên afrîkayî wekî sembolek e.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |