Here naverokê

Kummannî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kummannî (Kumaha, Kummuh, veya Qumaha, Qumenu), Navê Cizîra bota yê di dema Hûriyan de ya. Kummannî, di wergerîya wê ya di kurdîya me ya î ro de, dibe "parastgeh". Teşop, xwûdeyekî dema Hûrîyan bû. Li wir, ew çanda wê mazin bicih dibê. Piştî ku dema Asûr û Ûrartûyan tê, ew jî, hem bawerîya xwe bi wî xwûdayê teşop tênin û hem çanda wê ji hûriyan digirin û di nava xwe de jî bicih dikin.

Navê Kumma, ji bo Cizîre bota, ew jî bikar tênin. xwûdayê ku navê wî Ardînî ya û di nava Ûrartûyan jî bicih dibê, di temenê wê hevnasînê de di buhurê nava wan û di nava wan de bicih dibe. Navê kummannî, ji keyaniya kurd ya ku navende wê cizîra bota û ev nav lê bû, ji wê tê.

Gotina "kurmancî" jî ji wê dema wan maya. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku gotina Kurmancî ji dema Hûrî û mîtaniyan maya. Kummannîyan, bi sadsalan bi welatî li welatê xwe man. Navende wan jî cizîra bota bû. Di dema Gûtiyan de jî Cizîra bota, bi nave xwe yê "Garzû-baqarta" paytext bû ji wan re.