Here naverokê

Kenneth N. Waltz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kenneth N. Waltz
Image dans Infobox.
Serok (en)
American Political Science Association (en)
-
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ann Arbor (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Navê rastî
Kenneth Neal WaltzLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Columbia (en) (Doctor of Philosophy (en))
Oberlin College (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Mamosteyê zanîngehê, siyasetmas, fîlozof, siyasetmedarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
University of California, Berkeley (en), Zanîngeha Brandeis (en), Zanîngeha Columbia (en), Swarthmore College (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Chaire
Full professor (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Endamê
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en)
Phi Beta Kappa Society (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Şerên tevlêbûyî
Şêwirmendên doktorayê
William Thornton Rickert Fox (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Guggenheim Fellowship (en)
Heinz I. Eulau Award (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Kenneth Neal Waltz (/wɔːlts/; jdb. 8ê hezîrana 1924an - m. 12ê gulana 2013an[1]) zanayê siyasetê yê amerîkî bû ku hem li Zanîngeha Californiayê, Berkeleyê û hem jî li Zanîngeha Columbiayê endamê fakulteyê bû. Ew yek ji zanayên herî navdar yên ku di warê têkiliyên navneteweyî de xebitîn e.[2] Ew serbazekî Şerê Cîhanî yê Duyem û Şerê Koreyê bû.

Waltz di qada teoriyên têkiliyên navneteweyî de yek ji damezrînerên bingehîn ên neorealîzmê an jî realîzma peykerî anko strukturel e û piştre bi dibistana realîzma bergiriyê re elaqedar bû. Di warê têkiliyên navneteweyî de teoriyên Waltzî bi berfirehî hatine nîqaşkirin. Kitêba wî ya sala 1979an Theory of International Politics (Teoriya Siyaseta Navneteweyî) kitêba herî zêde tê bikaranîn e ji bo dersnameya perwerdeyê li pişkên Peywendiyên Navneteweyî li zanîngehên Amerîkayê.[3]

Jiyana destpêkî, perwerde û xizmeta wî ya serbaziyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Waltz di 8ê hezîrana 1924an de li Ann Arborê, Michiganê ji dayik bûye. Li wê derê mezin bûye. Dûre çûye Koleja Oberlinê û li wê derê dest bi matematîkê kiriye.[4] Lê ew ji wê derê veqetiya ji ber ku di Artêşa Amerîkayê de ji 1944an heta 1946an di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de bûye serbaz. Paşî pileya wî hatiye bilindkirin. Ew pişkdarî şerê Japonyayê bû û di dema dagirkirina wê de li wê derê bi cih bû.

Di sala 1949an de Waltz bi Helen Elizabeth Lindsleyê re zewicî, ku bi navê "Huddie" dihê naskirin. Sê zarokên wan bi hev re çêbûn. Piştî ku çû zanîngeha Columbiayê û bawernameya xwe ya di warê aboriyê de guhart siyasetê, êdî wî berê xwe da zanistên siyasî ji ber ku felsefeya siyasî ji wî re balkêştir bû. Di sala 1950an de bawernameya masterê li wir wergirt. Ew di sala 1950an de demekê li Oberlinê ders dida. Wekî endamekê Rezerva Artêşa Amerîkayê, ew hate gazîkirin da di dema Şerê Koreyê de dîsa serbaziyê bike, lewma di navbera salên 1951–52an de wekî sertîpê yekem xizmet kir.

Piştî ku vegeriya Columbiayê, wî di sala 1954an de doktoraya xwe li jêr şêwirmendiya William T. R. Foxî de wergirt. Di dema xwendina xwe ya doktorayê de, Waltz herî zêde jî bi teoriyên siyasetê re eleqedar bû, lê ji ber bazara kar a akademîk û zexta şêwirmendê xwe teza xwe bir ser têkiliyên navneteweyî. Dema ku xwe ji ezmûnên xwe yên mezin re amade dikir, bi ser wan hizrên xwe helbû yên ku paşî wî li sala 1959an di kitêba xwe ya Man, the State and War (Mirov, Dewlet û Şer) derket de dariştîn.

Kariyera akademîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Waltz ji sala 1953an heta 1957an li Columbiayê dersder û paşê jî profesorê alîkar bû. Ew bû yek ji koma destpêkê ya zanayên Peymangeha Lêkolînên Şer û Aştiyê ya Columbiayê, û ji 1952an heta sala 1954an wekî vekolerê alîkar û ji 1954an jî endamê lêkolînê kar dikir. Dûv re wî got ew û jina wî ji ber zehmetiya bixwedîkirin û perwerandina zarokan li bajarê New Yorkê aciz bûne, Waltz ji Kolombiyayê derket û çû Koleja Swarthmoreê, li wir ew profesorê alîkar bû û piştre bû profesor bû ji 1957an heta 1966an Dûv re ji 1966an heta 1971ê çû Zanîngeha Brandeisê.

Di 1971ê de, Waltz çû Zanîngeha California, Berkeleyyê, ew li wê derê wek Profesorê Ford yê Zanistên Siyasî damezirî. Di vê navberê de, Waltz gelek wezîfeyên lêkolînê yên din jî wergirtin. Heta sala 1964an bi Peymangeha Lêkolînên Şer û Aştiyê ve girêdayî bû. Ji sala 1959an heta 1960an li Londonê li Zanîngeha Columbiayê di warê Teoriya Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî de wezîfedar bû. Ew li salên 1963-1964, 1968, 1969 û 1972an de li Navenda Karûbarên Navneteweyî de li Zanîngeha Harvardê vekolerê harîkar bû. Ji ber ku wî li salên di nav bera 1968an heta 1971ê ji bo pêşxistina teoriyên siyaseta navneteweyî gelek xebat kirbû, Xelata Saziya Zanistê Neteweyî wergirt. Ew ji 1976an heta 1977an li Guggenheimê wezîfedar bû û di 1977an de di Peymangeha Vêkolîna Siyaseta Cîhanê de wezîfedar bû. Ew li 1979-1980an de li Navenda Navneteweyî ya Woodrow Wilson ji bo Zanayan de wezîfedar bû. [5] Dûv di Beşa Vekolanên Şer, King's College London bû harîkarê vekoleran. Waltzî li sala 1982an du mehan li Zanîngeha Pekingê ders dan, û paşê li Zanîngeha Fudanê jî dersderî kir. Wî li gelek saziyan li Amerîkayê ders dane, di nav de Zanîngeha Hêzan Esmanî Koleja Şerê Neteweyî, Koleja Şerê Artêşê, û Koleja Şerê Deryayî. Her bi wî rengî, li gelek saziyên dî li çar aliyê cihanê, di nav de Dibistana Aborî ya Londonê, Zanîngeha Neteweyî ya Avusturalya, û Zanîngeha Bologna, ders dane.

Waltz ji wezîfeya xwe ya li Berkeleyyê teqawît bû û li sala 1997an de vegeriya Zanîngeha Columbiayê li wê derê, ew bû profesorek alîkar û hem jî vekolînerê payebilind li Peymangeha Vekolînên Şer û Aştiyê.

Waltz li salên 1966-1967an de wek sekreterê Komeleya Zanistên Siyasî ya Amerîkî kir kiriye. û paşê jî li 1987-1988an de wekî serokê wê wezîfedar bûye. Ew li salên 1966-1967an de Serokê Beşa New England ya Komeleya Vekolînên Navneteweyî bû . Ew endamê Akademiya Huner û Zanistên Amerîkiyê bû û di nav civatên sernivîserî û guhertinkarên çend kovarên zanistî de jî cih kar kiriye. Wî gotiye ku Hans Morgenthau bandorek mezin li wî kiriye.

Astên şirovekariyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pişkdariya destpêkê ya Waltzî di warê têkiliyên navneteweyî de kitêba wî ya bandor a 1959an, Mirov, Dewlet û Şer bû . Ew teoriyên sedemên şer li sê kategoriyan, an astên şirovekirinê dabeş dike. Ew wan astên vekolînê wekî "wêne" bi nav dike û nivîsînên yek an çend fîlozofên siyasî yên kevneşop anko klasîk bikar anîn da ku xalên sereke yên her wêneyekê diyar bike. Ji her wêneyî re du beş hatin dayîn: ya yekem nivîsînên fîlozofên kevneşop bi kar anîn da ku wesfa wî wêneyî bike yê ku dibe eger û jêdera şeran, û ya duyemîn jî Waltz radibe hêz û qelsî û xalên erênî û neyênî yên vê wêneyê şirove dike. Jina Waltzî roleke mezin di vê vekanê da lîstiye.

Wêneyê yekem amajê bi wê dike ku gelek caran egera şer, cewher û xweriskê mirovên dewletmedar û serokên siyasî ye, mîna Napoleonî, an jî egera şeran hema xweriskê mirovan yê şerxwaz e. Ew di bingeh de bi realîzma klasîk re hevboçûn e, ku paşî ev hizr di dîsîplîna têkiliyên navneteweyî de serdest bû, lê Waltz paşî vê di kitêba xwe ya paşîn de, Teoriya Siyaseta Navneteweyî, bi tevahî nîqaş bike.

Ew teoriyên ku sedemên şeran şirove dikin ên ku li ce, Waltzî dikevin jêr sîbera wêneyê duyemîn, îdia dikin ku şer ji ber pêkhateya navxweyî ya dewletan çêdibin. Mînaka sereke ya ku Waltz behs kiriye, teoriya emperyalîzmê ya Lenîn e, ku dibêje sedema sereke ya şeran hewcedariya dewletên sermayedar amko kapîtalîst e. Ko bizavê dikin bazarên nû dirist bikin da pergala aborî di hindirê dewletê da berdewam be. Îro di cihana rojava de mînakek nastir ev e ku dewletên negelserwer anko nedemokratîk ji ber pêkhateya xwe ya navxweyî dest bi şer dikin. 

Dûv re Waltzî got du wêneyên beşa yekê bi bandor in lê ne wekê wêneyê sêyê, lê belê dîsan jî ji bo têgehiştina egerê şeran giring in. Wêneyê sêyê destnîşan dike ku sedemên şerî di asta pergalê de dihên dîtin û avahiya anarşîk a pergala navneteweyî sedema bingehîn a şeran e. Di wê çerçoveyê de, "anarşî" dihat pênasekirin ku ne wekî rewşeke kaosê û bêaramiyê, lê wekî rewşeke ku çi sazûman an hukmetên serdest peywendiyên di nava netew-dewletên xweser de birêve nabin e, Bi gotineke din, di civaka navxweyî de û di hindirê dewletan de, welatî di warê teorîk de dikarin ji bo parastina kes û milkên xwe xwe bispêrin dezgehên qanûnî yên dewletê, lê heke dewletek were dagirkirin û gazî " 9-1-1 " bike, nikare piştrast be ku kes dê bersivê bide. Anko çi hukmetên navendê yên bihêz nînin ku bidiristî peywendiyên di navbera dewletan de rêkbixin û bikare dewletên ku destê xwe dirêj dikin birawestîne, ev rewş bi xwe egera şeran e.

Herwisan, dema ku du welatiyan li ser tiştekî nakokî hebin, ew dikarin serî li dadgehan bidin da ku mijara wan bi biryareke dadgehê çareser bibe, ya girîngtir, saziyên cêbecêkarin ku biryara dadgehê bicîh diînin, lê li ser netewe-dewletan da saziyek nîne ku bikaribe qanûnan ji bo her dewletekê saz bike. dewlet, biryar didin ka ew çawa di dozên taybet de çi bikin, û dewletên dî mecbûr dikin ku rêzê li biryara dadgehê bigrin. Di encamê de, eger pirsgirêkeke bi metrsî têra xwe ji bo dewletekê girîng be, ew tenê dikare bi bikaranîna hêza xwe ji bo ferzkirina îradeya xwe li ser dewletek(ên) din bigehe armanca xwe. Ew rewşa ku her dewletek têda dikare çi dema bixwaze hêza xwe ya leşkerî bi kar bîne, her dewletekê neçar dike ku herdem ji rewşên bi tirs re berhev be.

Ev mijar bi tevahî di Teoriya Siyaseta Navneteweyî de, hatine minaqişekirin, bi vî rengî Waltzî bi tevavî û giştî teoriyek ji bo siyaseta navneteweyî rave kir, ne ku xwastibe hûrguliyan li ser tiştên ku dibin sedema şeran diyar bike. 

 Pişkdariya sereke ya Waltzî di warê zanistên siyasî de di afirandina neorealîzmê de ye (an jî realîzma peykerî, wekî ku ew jê re dibêje), teoriyeke têkiliyên navneteweyî ye ku destnîşan dike ku dikare têkiliya dewletên serwer bihên şirovekirin bi rêya wê zexta ji wan dirist dibe ji encama wê rewşa anarşîk a navneteweyî. Rewşa anarşîk a têkiliyên navneteweyî, rewşa anarşîk a têkiliyên navneteweyî helbijartinên sinordar dixe ber destê dewletan. Ji ber vê teoriya neorealîzmê dixwaze nexşeyên dubarebûyî di meydana navneteweyî de rave bike, wek mînak çima di hindek awayên girîng de peywendiyên di navbera Sparta û Atînayê de dişibin peywendiyên Amerîkayê û Yekîtiya Sovyetê.

Waltz çend caran di kitêba xwe de amajê dide wê yeko ku ew naxwaze teoriyekê dirist bike ku li ser wê reftar an kirdareke dewleteke diyarkirî di dem an qonaxeke diyarkirî da şirove bike. Waltz li wê bawerê ye ku neorealîzm dibe du beş, a bergiriyê û a êrîşber. Her çend ku herdu jî li ser wê bi tifaqin ku pêkhateya pergalê ku şêlûbêle dibe sedem ku dewlet ji bo desthilatdariyê hevrikiyê bikin, realîzma bergiriyê destnîşan dike ku piraniya dewletan dixwazin reşa heyî wek xwe bimîne û kar li ser parastina hevsengiya hêzê dikin. Tê gotin ku dewletên pêdaçûnxwaz anko revisionist kite dewletin ku dixwazin hevsengiyê biguherînin in. Realîzma êrîşber, berevajî Waltzî, dibêje ku netewe li ser dewletên cîran li serdestiya herêmî digerin da ku di peywendiyên herêmî yên bi dewletên dijber re xwedî seng û desthelat bikin.

Di qada navxweyî de, dibe ku hemî yeke anko aktor serî li desthelatek navendî, "dewlet" an "hukûmetê" bidin û wan mecbûr bikin, lê di qada navneteweyî de, çavkaniyeke wisa ji rêzê nîne. Anarşiya siyaseta navneteweyî, digel nebûna parêzvan an desthelatek navendî, tê vê wateyê ku dibê dewlet bi rengekî tevbigerin ku berî her tiştî ewlehiya xwe misoger bikin, an na ew di xetereya paşvemanê de ne. Ev rastiyeke jiyana siyasî ye ku dewletên gelserwer û sitemkar jî pê re rûbirû dibin. Dîsan dibêje bil ji hindek rewşên ecêb qet çi dewlet nikare pişta xwe bi wê gerim bike ku dewleta din niyeteke baş heye. Jiber vê dibê ew herdem berhev bin ku xwe biparêzin. Gotina têgehê anarşî ji bal Waltzî bû egera guherînên bingehîn di têkiliyên navnetewî da. Jack Donnelly li sala 2015an vekolan kiriye ku têgehê "anarşî" di kitêbên têkiliyên navneteweyî yên beriya sala 1979an de 6,9 carî derbas bûye, lê hema êkser piştî Waltzî zêde bû gehişt 35,5 caran.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Kenneth Waltz". Wikipedia (bi îngilîzî). 28 tîrmeh 2022.
  2. ^ Susan Peterson and Michael J. Tierney with Daniel Maliniak (August 2005). Teaching and Research Practices, Views on the Discipline, and Policy Attitudes of International Relations Faculty at U.S. Colleges and Universities Girêdana arşîvê sibat 16, 2006, li ser Wayback Machine
  3. ^ Colgan, Jeff D. (1 îlon 2016). "Where Is International Relations Going? Evidence from Graduate Training". International Studies Quarterly (bi îngilîzî). 60 (3): 486–498. doi:10.1093/isq/sqv017. ISSN 0020-8833.
  4. ^ Kreisler, Harry (10 sibat 2003). "Theory and International Politics: Conversation with Kenneth N. Waltz: Background". Conversations with History. Institute of International Studies, University of California, Berkeley. Ji orîjînalê di 5 îlon 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 nîsan 2012.
  5. ^ Who's Who in America 1984–1985 Volume 2 (Çapa 43). Chicago: Marquis Who's Who. 1984. r. 3394.