Hewramî
Hewramî | ||
---|---|---|
Welatên lê tê axaftin | Îran Îraq | |
Herêm | Kurdistan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 500.000 | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | hac | |
Nexşeya zaravayên kurdî |
Hewramî yek ji zaravayê Kurdiya Goranî ye.[1] Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin: oramî, maçû an jî maço. Navê axiftvanên vî zimanî hewraman e.
Li ser hewramî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hewramî ji zaravayek goranî ye û ji sedsala 16. heta 21. an li Kurdistana Bakur û Rojhilat wek zimanek wêjeyî tê ber çavan. Li gor Muhemmed Emîn Hewramanî: Kurdiya Hewramanî zimanek berê ye (di sala koçî 132) û ne tenê dema Begê Erdelanê Baban, diçe demên berê û zimanê ol û wêjeyî ye. Hinek berhemên li ser Kurdiya Hewramanên nîşan didin û digihîjin demên 880 sal berê.
Herwiha, Hewramî zaraveyekî zimanê kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe re maçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek, Bacilan û Sarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye. Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ve, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.
Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.
Devokên hewramî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hewramî-textî: li Rojhilata Kurdistanê devdore Pawe kurde-hewramî pê diaxivin.
- Hewramî-luhonî: li Başurê Kurdistanê, ji ber kêm kesan tê axavtin.
- Şayxanî: li çend gundên Helebçeyê tê axaftin.
- Kendûlî: bakurê Kirmaşanê li navçêya Kendûlê tê axavtin.
- Bacalanî: ev devoka êla Bacalan e, ji ber gelek kesan de, zaravê ku serbixwe hatiye naskirin. Gelekî nêzîkî Şebekî û Kendûlî ye, hinek zimannas ji wan her sê zaravan re goraniya eslî dibêjin.
- Şebekî: li Behdînan ji ber êla Şebek tê axavtin.
- Kakêyî: axivê wî zarê kurde-Kakêyî, li deşta Germiyan in.
Hewramî ligel zaravayên kurdî yên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hewramî | Soranî | Lekî | Kirmaşanî | Kurmancî | Zazakî | Kelhurî | Bacalanî |
---|---|---|---|---|---|---|---|
Emin, Min | Min | Min | Min | Ez, Min | Ez | Mi | Min, Emin |
To, Etû, Tû | To | Tû | Tu | Tu, te | Ti, To | Ti | Ti, To |
Emin/Min mekerû | Min dekem | Min mekem | Min kem | Ez dikim | Ez kenan | Mi kem | Min mekere |
Min milû | Min deçim | Min Meçim | Min çim | Ez diçim | Ez şonan | Mi çim | Min melû |
Zor/fira | Zor | Fira | Fere, Ziyad | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | Fire | fire |
Wat/vat | Got/Wit | Wat/vit | Wit | Got | Vat | Wet | Wet |
îse | Êsta, êste | Îske/Îse | Îse, Îrenge | Niha, Vêsta, Nika | Nika | Îrênge | êste |
ame- | Hat- | Het- | Hat- | Hat- | ame- | Hat- | ame- |
Deng | Deng, Bang | Hena | Deng | Deng | Veng | Hena | Deng |
Gore | Gewre | Kel´n | Gewre, Qeü | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Kel´n | Gewre |
Va/Wa | Ba | Wa/va | Wa | Ba | Va | Wa | Va |
Waran | Baran | Waran/varan | Waran | Baran | Varan | Waran | Baran |
Xirab | Xirap | Gen/xiraw | Xeraw, Gen | Xirab/genî | Xirab | Gen | xirab |
Pirtûken hewramî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dengnasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alfabe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyvnasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mînakên hevokan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wêjeya hewramî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirtukên bi hewramî yên dirokî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şîrîn u Xusrew (874 rûpel), ji Xanayê Qubadî (1700-1759). Weşandin 1975 Bexda.
- Diwan (789 rûpel), di sedsala 19an de ji helbestvan Feqe Qadirî Hemewend.
- Şahnameya kurdî
- Qur´an bi hewramî, di sedsala 19an de ji ber Nûr Elî Îlahî (Nuri Eli Shah) hatîye nivîsandin.
Wêje
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Blau, Joyce: Gurani et Zaza. in R. Schmitt (ed.) Compendium Linguarum Iranicarum. Reichert Verlag, Wiesbaden 1989. ISBN 3-88226-413-6.
- Karl Hadank: Mundarten der Guran. Berlin 1930.
- Mihemed Emîn Zekî: Kurtedîroka kurd û Kurdistanê (450 rûpel; w: Dr. M. S. Cuma)
- Mehemed Emîn Hewramanî; Zarî Zimanî Kurdî Le Terazûyî Berawird da
Yên dirokî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şîrîn u Xusrew (874 rûpel), ji Xanay Qûbadi (1700-1759). Weşandin 1975 Bexda.
- Diwan (789 rûpel), di sedsala 19an de ji helbestvan Feqe Qadiri Hemewend.
- Qur'an bi hewramî, di sedsala 19an de ji ber Haci Nuri Eli Ilahi (Nuri Eli Shah) hatîye nivîsandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ (inglîzî)Historical Dictionary of the Kurds, Gurani Girêdana arşîvê 2013-06-26 li ser Wayback Machine
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ferhenga Avesta-Îngilîzî
- Hawraman.se Girêdana arşîvê 2007-05-22 li ser Wayback Machine
- Farzin Hawramî Girêdana arşîvê 2008-10-12 li ser Wayback Machine
- Hereş Hawramî Girêdana arşîvê 2007-05-08 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |