Here naverokê

Girara dew

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Girara Dew hat beralîkirin)

Girara dew cureyekî girarê ye, navê xwarineke ji pêjgeha kurd e. Yek ji xwarinên quşxaneyê ye. Li Serhedê û hin hêremên din jî tê xwarin.

Dewê ku rûnê li ser hatiye hildan bi ar û hêkê ve di nava quşxaneyê de hilbijenin. Genim, nok û nîskê hêşînê bi awayekî cuda cuda binermijînin û yek bi yek bixin nav.

Paşê kundir û gêzerê hûr bikin û bavêjin quşxaneyê. Herî dawî jî pûjan an jî cehterê bavêjin nav û nêzikê 20-25 xulekê biqelînin. Bi germî bixwin.