Elî Teter
Elî Teter | |
---|---|
Jidayikbûn | 15ê çiriya pêşîn a 1968an |
Esil | Kurd |
Pîşe | Siyasetmedar |
Partiya Siyasî | Partiya Demokrat a Kurdistanê |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Elî Teter Tewfîq Mihemed Emîn (jdb. 15ê çiriya pêşîn 1968 li Nêrwe, Rêkan, Amêdî, Başûrê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Ji meha hezîranê ve parêzgarê Dihokê ye.[1]
Jiyana berî û perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Teter di malbateke siyasî de hatiye dinyayê û di salên 1970î de tevî malbata xwe di zaroktiya xwe de sirgûnê Îranê bûye.[2] Di sala 1989an de tevlî hêzên rizgariya Kurdistanê dibe û demekê ji aliyê hêzên Îraqî ve tê girtin.[3]Teter bekeloriyos li koleja hunerî - beşa dîrok li Zanîngeha Dihokê wergirtiye û bawernameya masterê di beşa dîroka nû û hevdem de qedandiye û di sala 2008 de doktoraya xwe wergirtiye.[4]
Di sala 2012an de li Zanîngeha Dihokê bû doçent û di sala 2018an de bi pileya tam a profesoriyê hat bilindkirin.[2] Her wiha endamê Lijneya Rêvebir a Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ye.[5]
Kariyera pîşeyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di navbera salên 2002 û 2011an[2] de Rêveberê Giştî yê Nihênîkariya Parêzgeha Dihokê bû û di nava PDKê de çendîn wezîfeyên xwe girtibû û di sala 2020ê de ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî ve weke parêzgarê Dihokê hat destnîşankirin.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "عەلی تەتەر وەک پارێزگاری دهۆک هەڵبژێردر". speemedia.com (bi soranî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ a b c "Duhok Governorate" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ "Governor Professor. Ali Tatar – The American University of Kurdistan". Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ "علي تتر محافظاً لدهوك خلفاً لفرهاد أتروشي". www.shafaq.com (bi erebî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "Board of Trustees – The American University of Kurdistan". auk.edu.krd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ Bakr, Mara Jasm. "The War at Home: The Need for Internal Security Sector Reform in Iraqi Kurdistan". Enstîtuya Rojhilata Navîn (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |