Here naverokê

Bedrik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bedrik[1] , bedmirov an jî şîrpîs[1] kesayetekî standard e, çi li ser bingeha vegotinek dîrokî an jî çîrokek wêjeyî be. Dijwateya bedrik leheng e.

Armanca binyatgerî ya berdik ew e ku wekî dijberê leheng tevbigere û armanc an kiryarên wî yên bed naverokê tîne pêş de.[2] Berevajî lehengê ku bi jîrbûn, mêrxasî û lêgerîna dadmendî û qenciya giştî tê diyar kirin, bedrik gelek caran bi xweperestî, xirabkarî, pozbilindî, zordarî û hîlebaziyê tê pênase kirin û reftarên bêexlaqî yên ku dadmendiyê binpê dike an jî xera dike nîşan dide.

  1. ^ a b Amîrxan (2013). Ferhenga Kurdî-Almanî. Bendê 1ê ,Çapa 3ê , Institut für Geographie und Regionalforschung der Universität Wien , Viyena
  2. ^ "villain". Dictionary.com (bi îngilîzî). Wayback Machine. Ji orîjînalê di 2 nîsan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tebax 2024.