Abdurrahman Dürre
Abdurrahman Dürre | |
---|---|
Jidayikbûn | 1930 Kêranlix, Milazgir |
Mirin | 11ê çiriya pêşîn a 2012an Koln, Almanya |
Pîşe | Nivîskar, helbestvan, îmam |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Berhemên navdar | |
Kurdname (2006) | |
biguhêre |
Abdurrahman Dürre (jdb. 1930 − m. 11ê çiriya pêşîn, 2012), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1930î li gundê Kêranlixa girêdayî navçeya Milazgirê hatiye dinê.
Perwerdehiya xwe li çend medreseyan dewam kir şûnde destûrnameya xwe ji medreseyê Norşînê hilgirt û dest bi îmamiyê kir. Nêzî deh salan li medreseyê Hesen Paşa ders da. Ji pê re bixwe jî medresek ava kir û di wê de dersên kurdî jî dan. Di sala 1962an de çû Enqereyê û kete îmtîhanê miftîtiyê û pê di îmtîhanan de bi serket re dest bi miftîtiyê kir. Di vê wezîfeyê xwe de ji ber fikrên xweyên siyasî çend derban sirgûn bû û ji pê re jî hat dane dadgehê eskerî. Lê pê re beraat bû û şûnde vegeriya wezîfeyê xweyê miftîtiyê. Navbera salên 1980-1983an de li Treblûsê wergeriya tirkî-Erebî kir. Di sala 1990an şûnde li Mûş û Erzînganê çend salan heps bû. Paşê çû Stenbolê û li wir Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi ("Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn") ava kir û li wir dersên kurdî dan, pey re çû Ewropayê. Li Ewropayê Partiya Îslamiya Kurdistanê ava kir.
Seyda Mele Abdurrahman Dürre di 11ê çiriya pêşîn a 2012 de li Almanya li bajarê Kölnê çû ser heqiya xwe.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Din Perdesi Altında Sakallı Yılanlar, (1962) (Di bin perdeya olî de marên bi rû)
- İlahî Sır ve Hikmetler (Sirên îlahî û hîkmetan)
- Evîna Welat, (1992)
- Şerha Dîwana Ehmeda Xanî: Felsefe û Jiyana Wî, (2002)
- Kurdname, (2006)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kürt Şiiri Antolojisi (Antologiya helbesta Kurd)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (kurdî) Şaîrê Kurd Abdulrehman Durre wefat kir, Avesta, 12ê çiriya pêşîn 2012 Girêdana arşîvê 2012-10-13 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |