Şikak
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(hezîran 2024) |
Êla Şikak | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | (Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan (Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, Gewirik , Xelûfan , kizinî , Keçelî, Etmanî, Çerkoyî, Mendolekî, Neimetî, Êverî , Şekerî....) |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî (Şikakî, Rewendî) |
Herêmên dîrokî | Botan |
Belavbûn | Wirmê Hekarî [Afrin devera şerran] |
Demografî | |
Gelhe | 6000 mal salê 1908 mark sykes |
Bawerî | |
Dîn | Îslam |
biguhêre |
Şikak navê êleka kurdan e. Bi piranî li Deşta Urmiyeyê dijîn.
Şikak eşîreke pir mezin e. li rojhilata Kurdistanê Di navçeyên Mirgewer, Tirgewer, Soma Biradost, Şipîran, Nazlû, Enzel û Salmasê dijîn û li rojava li devera Şerran a Afrînê 37 gundên Şikak hene. Vê eşîrê di dîroka Kurdan da jî rolekî pir girîng heye. Simko Şikak yek ji wan kesane ku navê şikakan bi wî tê nas kirin. Şikak di rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr (li herêma Kirmaşan), mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ye ku di çaxa desthilatdariya Qacarî û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne.
Êla Şikak ji du tîreyan (Kardarî û Ebduyî) pêk tê: Tîreya Kardarî ji deh şaxan pêk tê: Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan (Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, Gewirik û Xelûfan. Tîreya Ebduyî jî ji neh şaxan jêre pêk tê: Kizinî, Keçelî, Pisaxa (eşîra Simkoyê Şikak), Etmanî, Çerkoyî, Mendolekî, Neimetî, Êverî û Şekerî. Zarava Şikakan nêztirîn zarav bi zarava fermî ya Kurmancî ye. Li ser înternet ê bi shekak, shakak, şikak, shikak, شکاک, شقاق, tê dîtin. Pirraniya tîreyên şikakan bawerin ku di sedsala 17 de ji aliyê cizîrê ve koçî Îranê kirine.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Îranê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |